شبكة لالش الاعلامية

Piştî perlemanê Almanya biryara cînosaîda Ermena pesend kirî Tûrka bawerî bi yek ne ma .

Piştî perlemanê Almanya biryara cînosaîda Ermena pesend kirî Tûrka Bawerî bi yek ne ma .

Parêzer Salar faez /Almanya

komal kûjya Ermenî lî sala 1915 hate encamdan li şerê cîhanyê êkê û piştî wî li jêr desthelata Osmanî û tête hijmartin reştirîn rupelên dîrokî li cerxê bîstê da û dibne nimunna bo komel kujên Hêtlarî li şerê cîhanî yê dûê li sala 1939-1945 belê almanya bixo danpêdan kir bi sîyaseta xo ya çep û barpirsîyaratîa xo derbirî berambery cînosaida Yahudîya belê heta niha turkîya retdket rabirduyê xo yê reş her cende eve bitir ji sed salî bi ser wê roja reşda derbaz bun belê hêşte axîn û nalîna zaroka ji guhê ermana xilas na bû ye, û cûcarî naête jibîr kirin û hete nha ye sax ku ji egerê wê kom kujê millîon û nîv hatin kuştin bi pîstrîn û kirêt trîn rêka ,û yên maîn ji revîn û derbedary dunyayê bûn , û navê ermanya hate jêbrn ji welatê wan Ermanya Osmanîyên roj helatî Anadol.

Belê ev valakirna welatê wan û ev tawanê bi dijî wan bû rêkek ku yaketîya sovîyatî daxaz kir wekî nuênerîya komara Ermanî ya iştirakî ya Sovîyatî, ew jî cend nawçe bi dest ve hatin wekî Kars û Surmalo û Eultî Qaxzan.
her cende ev tawane hemu estunên tawanake metirsîdar ya nêv dewletî têda bûn belê li wî demî yasaya nêv dewlatî ya giştî ço nav û destewaje bora da nenabûn,belê li mawê yê şarê cihanî yê duyê navek bora hate danan bi (Cinosaid ) ji layê Feqhê Amrîkî Rofaîlî û kom kujîya Ermenîya tête hjmartin yakamîn cînocide lî mêjûya nûda.

Heta niha jî mezintrîn peyker we hatye çêkirin li paytextê wellatê wan li Êrîvanê û her sal li 24 meha nîsanê vê bîreweryê sax di kin û di bêjn pişty wan kom kujya û talan û fermanêt me hêşta em di saxin .

Bo demekî dirêj dewleta ne di karî danpêdanê biken bi kom kujya Ermena ku cînosaîde , taybet dewletên zilhêz wek Amirîka û Rusya ji berku rabirduyê wan bixo jî pire ji vî rengê tawanê wek Amirîka bi dijî hinufen sor û Rusya wek tawanên stalînî û qeyranêt Okranya belê ji sala 1948 û sera ev tawanên wisa hijmartin tawanên nîv dewletî .

û her çende komela niştîmanî ya Ferensî yasayek darijt sebaret sizadana wî ji alyê ku tawanêt bi komel biket û paş retbike ku wî kirye , û her wê komela niştîmanî ya Parîsê biryar da ku komel kujya Ermena sala 1915 qirkirina neteweî bu herçende behsê Yehudya ne kirbu û Ermena wek Cînosaîd .

Bele ser hindê ra Tirkya ne razîbuna xwe dyar kir , balîozê xwe ji Ferensa vekeşa bitinê ji berku Ferensa yasayek derxist bu .

Bele Almanya bixwe Yeke ji wan wellata ku tawanên komkujyî ancamdaîn wekî sotina xelkê Yehudî li Uropa hemu dizivirt ku hikumeta Almanî ya nazî egerbu belê Almanya bixo danpêdan pêkir û ji wan wellata bu ku zû danpêdan bi dewleta Israîlê kirî û heta niha jî baca şerê cîhanî yê duyê û zerera we Didet .

Bele welatekî wek Turkîyê hêşta danpêdan bi rabirduyê xo ye reş ne kirye û ew komkujya wan encam daîn bi heqe Ermenya û Kurda û Yonanya û Bilxarya û her takekî jiyayî li bin sîbera dewleta Osmanyî.

 Belê piştî kombuna perlemanê Almanî li mêjuya 2 meha yonyoyê ya 2016 li Berlîn biryar da ku Tirkya buye egerê kuştina nezîkî millîon û nîv ji xelkê Ermenî anku cînosaîd vê biryarê nav mala Tirkî dilgiran kir beramberî welatê Almanya û Receb Tayb Ardoxan serokê Tirkyê bixo dibêje biryareka mêjuyî ye şaş da bi heqê Tirkya û Ermena beşdarî li şerî kirye li gel yeketya sovîyet bi dijî dewleta Osmanî .

 Dîsa xelkê Tirkya bixwe ne razîye ji wan Tirka ku perlemantarin li perlemanê Almanî ku çawa wan ev biryar pesend kir û Tirkî dibeje me bawerî bi wan Tirka nemaye êdî , û egere tirsa Tirkya ji van biryara û cînosaîda Ermena dizivrte hindê danpêdan bi cînosaîde anku qebul nekirina Tirka û wellatê wan bi xwe ê de were hijmartin ku Tirkya bilind tirîn tawanên dewletî encam dane û de Tirkiya bacê det ji wan zerera bi herema rojhelata Anadolê gehte Ermena dîsan çend erd û zevyên çandinê û pêşesazyê hemu dê zivirin bo Ermena careka din ji destê hakimên Tirkya û piştî vê keysê dê behsa mafê Kurda û keysa wan were kirin û ya Bilxarya û Yonanya û her takekî li dewleta Osmanî zîan gehbitê .

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

li roja cîhanya jinê li 8 adarê: azadî bo keç û jinên Êzidîyan

Lalish Duhok

Abdullah Masîkî: Zarok Bi Giştî û yên Şengalê Taybetî Ne Şad In

Lalish Duhok

Qadir Qaçax :xo bi yek ji damezrînerê‌ bingehê‌ laliş dizanm

Lalish Duhok