شبكة لالش الاعلامية

Ji ber komkirina alîkariya darayî bo DAIŞê li Kurdistanê çend kes hatin girtin

Ji ber komkirina alîkariya darayî bo DAIŞê li Kurdistanê çend kes hatin girtin

çavkanî \ BasNews

Merîwan Neqişbendî: Hin saziyên çapemeniya kurd xizmeta DAIŞê kirine.

Berpirsekî wezareta Ewqaf aşkera kir, hin saziyan li herêma Kurdistanê hatine daxistin, ku navê saziya rewşenbîrî û rêxistinin, lê nêrînên tundiyê belav kirine û pare ji bo DAIŞê komkirine. Heman demê de sê parêzgehên herêma Kurdistanê hin kes radestî dadgehê hatine kirin, ku hin ji wan alîkariya darayî bo DAIŞê komkirine.

Rêveberê peyvendî û pêkvejiyana olî ya wezareta Ewqaf û karûbarê olî Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê lijneyeke hevbeş diyar kiriye, ji bo hemberhatina nêrînên tund li Kurdistanê. Ev lijneye ji nûnerên wezaretên ewqaf, rewşenbîrî, navxweyî û Pêşmerge pêkhatiye, ku ji sala 2014ê ve dest bi kar kiriye.’’

Li gor gotinên Neqişbendî, li her cîhekî Kurdistanê ku hest pê bê kirin çavkaniyeke fikrê DAIŞê û tundiyê heye, ca ew çavkaniye çi darayî be, çapemenî be, yan rewşenbîrî be ew pêdaçûnê li ser dikin û dadixin û radestî dadgehê wê bikin.

Rêveberê peyvendî û pêkvejiyana olî li wezareta ewqaf ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Ew lijneya demeke pêdaçûnê bo wan rêxistin û saziyên çapemeniyê dikin. Ji ber nêrînên tundiyê belav dikin û di nav wan de radyo û televizyonên lokal ango herêmî û weşanên nivîskî jî hene, di wan dû heftiyên derbasbûyî de hin ji wan saziyane hatine girtin û hin ji wan jî radestî dadgehê hatine kirin. ‘’ herwaha got, li her sê parêzgehên Kurdistanê yên Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê, çi ragehandin be çi navend be yan hatine daxistin, yan jî radestî dadgehê hatine kirin.

Derbarê navê wan navendane de jî Neqişbendî ji BasNewsê re got: ‘’Ji ber ew saziyane xwedî nêrînên tundiyê ne û wan nêrînan belav dikin, naha radestî dadgehê hatine kirin, ji ber wê jî heta dadgeh temam nebe, em nikarin navê wan naha aşkera bikin.’’ Lê aşkera kir dema ku tewanê wan li ser wan ma, wê deme ew sazî û navendane wê bi awayeke tund bêne ceza kirin. Ji ber: ‘’Hin ji wan pare ji bo DAIŞê komkirine.’’

Herwaha got, li ser daxwaza wezareta ewqaf û wezareta navxwe zêdetirî 10 navendên weşana nêrînên tund hatine daxistin û berpirsên wan jî radestî dadgehê hatine kirin. Herwaha gelek mamosteyên olî jî, ji erkê gotar dayîna li mizgevtan hatine dûrxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Xetarê Êk kongirê xwe li darxist û desteka nû hate helbijartin.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo dikin

Lalish Duhok

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vîstevala Laliş ya rewşenbîrî ya salane hate gêran

Lalish Duhok