شبكة لالش الاعلامية

Li Bexda xwepêşander diçin ber koşka Fûad Masûm

Li Bexda xwepêşander diçin ber koşka Fûad Masûm

Çavkanî :BasNews

 Hejmarek mezin ji çalakvanên sivîl û karmendên ragehandinê û xelkê Bexda, biniyazin ku di yekemîn roja cejna Remezanê de xwepêşandanekê li ber koşka komarî encamp bidin û têde daxwazê ji Serokomarê Iraqê bikin ku biryarên bidarvekirina têrorîsatan pesend bike.

Çalakvanên torên civakî û karmendên ragehandinê li ser Facebook helmetek bi navê “Bidarvekirina têrorîstan cejna qurnabiyan.” Destpêkirine û dawaz dikin ku di yekemîn roja cejnê de biçin pêşiya koşka komarî li Bexda.

Di xwepêşandinê de, wê daxwazê ji Serokomar Fûad Masûm bikin ku biryarên dadgehê derbarê bidarvekirina têrorîstan pesend bike, jibo ew têrorîst werin bidarvekirin.

Li gorî destûrê Iraqê hemû biryarên bidarvekirinê divê ji aliyê serokomar ve werin pesend kirin berî ku cîbicî bibin.

Di teqîneya dawî li Bexda ku li taxa Kerada rûdabû, bêhtir 300 kesî bûn qurbanî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

Lalish Duhok

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Êzidî Kurd in û Şingal jî Kurdistan e

Lalish Duhok

Hikûmeta Kurdistanê raporta duyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Lalish Duhok