Edhem Barzanî: Navê teqekerê baregeha PDKê li Silêmaniyê li cem me ye, em jî dê bidin dadgehê
Çavkanî : BasNews
AsayişaSilêmaniyê destgîr kirina ew kesê ku, teqe li baregehê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikir ragehand, Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî jî ragehan: “Em dê karê xwe yê yasayî ligel wî bikin.”
Edhem Barzanî di daxuyaniyek rojnamevanî de ragehand: “Berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) destgîr kirina wî kesê ku teqe li baregehê PDKê li Silêmaniyê dikir ragehandin.”
Herwiha got: “Navê wî kesî li cem me heye, di du rojên bê de em dê karê xwe yê yasayî ligel wî bikin, divê yasa serwer be û ew kes jî cizayê xwe yê yasayî bistîne.”
Ji aliyê xwe ve Asayişa Silêmaniyê ragehandibû: “Piştî ku di seet 11:50 de şeva 05.07.2016 de teqe li Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê hate kirin, demlidest Hêzên Asayişê dest bi lêkolînana kir û piştî bidestketina komek zaniyarî û bi biryara cenabê Dadwer me kesek bi navê (A.M.M) li taxa Bekreco li parêzgeha Silêmaniyê destgîr kir ku, wî teqe li baregehê Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê kiribû.”
Herwiha Asayişa Silêmaniyê ragehandiye: “Lêkolîn dê ligel wî berdewam bike, heta ku mebest û armancên vê kiryarê were naskirin û riyên yasayî jî ligel wî werin pêkanîn.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
