شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî serxweşîyê li xelk û hikumet a Elmanîyayê dike

Nêçîrvan Barzanî serxweşîyê li xelk û hikumet a Elmanîyayê dike

 Çavkanî : K24

Nêçîrvan Barzanî, serok ê wezîr ên hikumet a Herêm a Kurdistanê di peyamekê de bûyer a teqekirinê li bajar ê Miyûnşinê, li wilayet a Elmanîyayê şermezar kir ku bi eger wê teqekirinê hijmerek a xelk ê sivîl hatin kuştin û birîndarbûn.

Ev jî deq a peyamê ye:

Mixabin şeva 22/23,7,2016 çekdarekî li bajar ê Miyûnşinê, li wîlayet a Bavarîya ya Elmanîyayê, li cihek ê giştî herr ji xwe ve teqe li xelkê kir û di encam de hijmarek a xelk ê sivîl hatin kuştin û birîndarbûn. Em li hikumet a Herêm a Kurdistanê bi tundî evê kirdar a tîroristî şermezar dikîn û serexweşî ya li xelk û hikumet  a Herêm a Kurdistanê digehînîn xelk û hikumet a Elmanîyayê û kesûkar ên qurbanî yên wê bûyer a  nexwaztî, ûmêd çêbûnevê  bo birîndar în bûyerê dixwazîn.

Ev bûyer a nexwaztî ji me dixwaze ku kar ê hevpişk mukimtir bikîn bo binbirekirin a wan dîyarok ên namo, ku wexte hemû cîhanê vegire û bi taybetî ku çend girûpek duristbûyîne ku xelkê pal didin bo encamdan a evan kirdar ên tîroristî û kuûtin a xelk ê sivîl li cih ên cûda yên cîhanê, lew bi hêzkirin a kar ên hevpişk bo rûbirûbûn a ewan dîyarok ên Tîroristî, pêdivîye bibe yek ji ker herî pêşîn ji kar ên hevpişk.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok

Şandek ji Rêxistina Mayan Xatûn digel Cîgirê Konsolê Brîtanî li Hewlêrê dicive.

Lalish Duhok

Civata asayîşa herêmê danpêdana êrîşkerên Kerkûkê belav kir

Lalish Duhok