شبكة لالش الاعلامية

Amerîka jivanê danûstandinên serxwebûna Kurdistanê aşkere kir

Amerîka jivanê danûstandinên serxwebûna Kurdistanê aşkere kir

Balyozê berê yê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî ragîhand; îdareya nû ya Amerîka li serê sala nû, dê dest bi danustandinên serxwebûna Kurdistanê bike.

Malperê News blok ji zarê Con Bolton, balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî belav kirîye, Waşinton gihiştîye wê bawerîyê ku hikûmeta Îraqê herifîye û carek din zehmete hevbigre û bikaribe hukmî ji hemû welatre bike, lewre Amerîka dê piştevanîyê li hevpeymanên xwe yên Kurd li deverê bike.

Boltonî da zanîn jî, êdî îdareya Amerîka gihiştîye wê rastîyê ku Kurd li herêma Kurdistanê, serkevtî bûne ;di parastin û rêvebirina xwe da û nabe çi kes jî Kurdan neçar bikin, carek din vegerin Bexda.

Da zanîn jî, piştî hilbijartinan, îdareya nû ya Amerîka li serê sala nû, dê dest bi danustandinên serxwebûna Kurdistanê bike

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Bêbanê kêşeya kêmbuna pertokan li xwandingehên Bozan çareserkir

Lalish Duhok

Seîd Cirdo di salvegera damezrandina şaxê Baedrê de amade di be û gotinekê pêşkeş dike.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

Lalish Duhok