شبكة لالش الاعلامية

NY: Hîna jî Kurdên Êzidî rastî tawanên hovane tên

NY: Hîna jî Kurdên Êzidî rastî tawanên hovane tên

 Çavkanî :Basnews

Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî(NY) bo tawanên dijî Mafê Mirov li Sûriyê, ragehand ku, heta niha jî çekdarên DAIŞê tawanên hovane lidijî Kurdên Êzidî dikin.

Îro 3 Tebaxê Komîteya NY daxuyaniyek ji Cinêv belavkir, kopiyek gihşte dest BasNews, têde hatiye: “Di duyemîn salvegera kareseta Şingalê, hîna jî 3200 zarok û jinên Kurdên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane û rastî tawanên hovane tên.”

Herwiha di daxuyaniya NY de hatiye: “Bêhtirê Êzidiyên revandî li Sûriyê ne, çekdarên DAIŞê destdirêjê li ser jinan dike, herwiha kuran jî neçardikin ku ligel wan şer bikin, jibilî bi hezaran mêr û jinên Êzidî ku çarenivîsa wan nediyare.”

Hema komîtê di raporta xwe de ya 16 Hizêrana borî tekez kiribû ku, Kurdên Êzidî rastî komkujî û cînosayidêli ser destê çekdarên DAIŞê hatibûn.

Raportê careke din daxwaz kirk u, dadgehên navdewletî lêkolînan li ser vê karesetê bikin û biryarên guncaw derbarê wê de bistînin, bi rengê ku mafê Êzidyan were parastin p sitendin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

kitêbek nû: hizir û felsefe di edebiyata dînê êzidiyan da

Lalish Duhok

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Komên çekdar nahêlin Şingal avedan bibe

Lalish Duhok

Mehma Xelîl:Ji xeynê gelê Şingalê ti kes nikare biryarê li ser çarenivîsa Şingalê bide

Lalish Duhok