شبكة لالش الاعلامية

Parêzgehek Herêma Kurdistanê bê Trafîklayt e!

Parêzgehek Herêma Kurdistanê bê Trafîklayt e!

Çavkanî :BasNews

Parêzgeha Helebce li Herêma Kurdistanê heta niha sîstema trafîklayit lê nîne, Serokê Rêkxistinên Helebce jî dibêje ku, ev yek pirsgirêkan jibo bajêr durust dike.

Serokê Encûmena Rêkxistinên Helebce Minzir Elî Basam ji BasNews re ragehand: “Sîstema htûçûnê û kolanên fireh sîmayê şaristaniya her bajarekî ye, ev yek jî heta niha li Helebce wek pêwîst nîne û pirsgirêk çêdibin.”

Got jî: “Divê sîsteam hatûçûnê li kolanên serekî yên bajarê Helebce werin danîn, jiber tiştê ku bajar û gundan ji hev cuda dike sîstema bajaran e, heger ne wisabe em dikarin bêjin Helebce gundekî mezine.”

Rêveberê Polîsa Hatûçû li parêzgeha Helebce Muqedem Fazil Heme Emîn ji BasNews re ragehand: “Jibo danîna sîstema htinûçû me karê xwe kiriye û di paşerojek nêzîk de em dê deynin.”

Roja 13.03.2014 Helebce bi fermî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû parêzgeh û niha rêjeya xelkê wê 112 hezar kese.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok – 50 ton mazî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatin henarde kirin

Lalish Duhok

Fistiqên Sêrtê bo welatên Ewropayê têne hinardekirin

Lalish Duhok

AGIRÎ – Li gund zêr kana zêr hat dîtin, lê gundî gilîdar in

Lalish Duhok