شبكة لالش الاعلامية

2000 dîlên destê DAIŞê hatin rizgarkirin

 2000 dîlên destê DAIŞê hatin rizgarkirin

 Çavkanî :Rudaw

li Minbicê ew 2 hezar welatiyên sivîl ku DAIŞê bi dîl girtibûn û wek mertalên zindî bi kar dibirin, piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê şervanên HSDê ve hatin rizgarkirin.

Êvariya îro înê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî 73 rojan tevahiya bajarê Minbicê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Meclîsa Leşkeriya Minbicê bi fermî rizgarkirina Minbicê ragihand.

Berî rizgarkirina yekcarî ya Minbicê, hatibû ragihandin, ku DAIŞê di dema paşve vekişîna bo Taxa Cadeya Cerablusê, derdora 2000 welatiyên sivîl êxsîr girtiye û wel mertalên zindî bi kar tîne.

Çavkaniyekî Rûdawê ji nav Minbicê ragihand, rewşa bajrê ber bi asayîbûnê ve diçe û dengê çek û teqeyan di nav bajêr de nayê bihîstin.

Heman çevkaniyê ji Rûdawê re got, ew 2 hezar kesên ku DAIŞê êxsîr kiribûn û wek mertal bo parastina xwe ji detsê şervanên HSDê bi kar dibirin, ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.

Li gorî zanyariyan, pirraniya kesên ku DAIŞê wek dîl girtibû, jin û zarok û kesên kal bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeka din a Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Lalish Duhok

PKKê 45 keçên êzdî revandine..Ev 2 sal in ku wan direvîne

Lalish Duhok

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

Lalish Duhok