شبكة لالش الاعلامية

Li Kerkûkê xwekujekî zarok hat girtin

Li Kerkûkê xwekujekî zarok hat girtin

Çavkanî : Rudaw

Li Kerkûkê zarokekî xwekuj ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û piştre kembera bombeyî hat teqandin.

Îşev piştî ku teqîneke xwekujî li taxa Wasit a Kerkûkê û li ber deriyê Huseyniyeya Îmam Ceifer Sadiq a şîeyan teqiya, xwekujekî zarok bi kembereke bombekirî ve ji aliyê hêzên polîs û asayişa Kerkûkê ve hat girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand, kesê xwekuj zarok e û temenê wî 13 sal e û kembereke bombekirî pê ve hatibû girêdan.

Herdî Mihemed da xuyakirin, ku wî zarokê xwekuj xwestiye, ku li taxa Tishîn a Kerkûkê xwe biteqîne.

Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, ku hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ew zarokê xwekuj girtin.

Piştre hêzên ewlehiyê kembera bombeyî ya li cihekî ewle teqandin.

Pêştir her êvariya îro teqînek li taxa Wasit a bajarê Kerkûkê û li ber deriyê Huseyniyeya Îmam Ceifer Sadiq a şîeyan qewimîbû.

Di encama wê teqînê de, ji bilî kesê xwekuj ti kesî jiyana xwe ji dest neda û tenê 3 kes birîndar bûn.

Rêvebirê Polîsê Kekrûkê, Xetab Omer derbarê bûyerên îşev ên Kerkûkê de ji Rûdawê re axivî û got: “Derbarê teqînan de me pêştir zanyarî hebû û parêzgar bi xwe jî agahdar bû.”

Xetab Omer herwiha da zanîn: “Ji ber ku me pêştir zanyarî hebûn, me karî bêyî ti zirarên canî, rewşê kontrol bikin. Teqîn bê zirar bûn û tenê polîsek birîndar bûye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal: Pêşmerge êrîşa herî berfireh ya Daişê paşvebir

Lalish Duhok

Flîp Xoslan” ji Balyozxana Ferensa li Iraqê‌ seredana bingehê‌ laliş kir û digel berêz”Şêx Şamo” civya”

Lalish Duhok

Hikûmetê biryar da bi rêjeya %15 erzanî ji bo elektrîk û avê bike.

Lalish Duhok