شبكة لالش الاعلامية

Demîrtaş: Rola cenabê Barzanî di piroseya aştiyê de gelekî girînge

Demîrtaş: Rola cenabê Barzanî di piroseya aştiyê de gelekî girînge

Çavkanî :BasNews

 

Îro 21 Eylûlê li Selahaedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Hevserokê Partiya Demokratiya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, Osman Baydemîr û şanda ligel wan kir ku, ji hejmarek parlemenatarên HDPê di parlementoya Tikriye de û hin şêwirmendan pêkahtiye.

 

Di civînê de Selahedîn Demîrtaş spasya Barzanî li ser vê civînê kir, herwiha pêzanînên xwe derbarê rola Baranî di şerê lidijî DAIŞê û qurbaniyên Pêşmerge anî ziman, herwiha Demîrtaş armanca serdana xwe jî eşkere kir ku, hewldaneke jibo sazkirina diyalogê di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de, jibo vê yekê jî pirojeyek amadkirine.

 

Demîrtaş careke din amaje bi rola Serok Barzanî di piştevanî û pêşxistina piroseya çareserî û aştiyê li Bakur kir û got: “Çavê me li wê yekê ye ku, Barzanî hewldanên xwe bi destpêkirina piroseya aştiyê bikarbîne wek birayekî mezin piştevaniya pirjeya diyalogê dinavbera aliyan de bike, rola cenabê we di piroseya aştiyê de gelekî xwedî girînge.”

 

Di beşekî din ji axaftina xwe Hevserokê HDPê amaje bi wê yekê kir ku, jibo pêkanîna diyalogê di navbera aliyan de berpirsiyaretî dikeve ser mile hemû aliyan de û ragehand ku, Xoertên Kurd di sengeran de axa Kurdistanê diparêzin û ragehandina Kurdî jî xizmeta birayetî û hemahingiya di navbera hemû aliyan de nake, xelk ji wî zimanî bêzarbûne, lewma pêwîste wek yekemîn pêngav zimanê ragehandinê were guhertin û ragehandin bikeve xizmeta birayetî û diyalogê di navbera aliyan de ne wek niha ku bûye beşek ji pirsgirêkê bi xwe.

 

Hevserokê HDPê daxwaz kir: “Divê aliyên siyasî bi riya ragehandinê ligel hevdu pêwendiyê nekin, lêbelê bi hevdîtin û danûtendinan pêwendiyê ligel hevdu bikin.”

 

Dawî Demîrtaş bi dirêjayî behsa pirsgirêk û aloziyên li pêşiya doza kurd kir, û diyaloga navbera aliyên Kurdistanî de bi take rê bo çareseriyê anî ziman.

 

Ji aliyê xwe ve Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêhvan kir û ragehand: “Gelê Kurdsitanê bêyî îradeya xwe hat dabeşkirin, jibo parastina nasnameya xwe şer kir, karîbû nasnameya xwe biparêze, lêbelê niha qonaxa misogirkirina destketî û berpişveçûna doza gelê me ye, lewma pêwîstiya me bi aştî ye ne bi şer.”

 

Barzanî tekez kir: “Heger berê giliyê me li welatên zilhêzbû, divê niha giliyê me li me be.”

 

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku, encama şer û malwêrankirinê kavilkariye, her rojekê şer zû were ragirtin baştire û di berjewendiya hemû aliyan de ye, jibo aştî serbikeve divê hemû alî piştevan bin.

 

Herwiha Barzanî tekez kir ku, ew amadeye jibo piroseya aştiyê li Tirkiye alîkarbe û hemû hewldanên xwe bide,  amaje bi wê yekê jî kir ku, jibo hemû alî jihev nêzîkbibin gelek hewldan kirine û niha jî bi temamî piştevaniya hewldanên di vê riyê de dike.

 

hdp-u-barzani

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurê Mîrê Êzidiyan: Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Niha Kurdistan ji hemû Iraqê avedantir e

Lalish Duhok

Kemal Tolan :Danasîna berhema merivekî Êzdî û ronakbîrê gelê Kurd

Lalish Duhok