شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Kurdên êzîdî li Şerfedînê li dijî PKKê kom dibin

Şingal – Kurdên êzîdî li Şerfedînê li dijî PKKê kom dibin

Çavkanî :BasNews

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo bang li PKKê kir, hêzên xwe ji Şingalê derxîne û baregehên xwe jî li wir nehêle.

Îro li ziyareta Şerfedîn a Şingalê, komek kurdên êzîdî li dijî hebûna hêzên PKKê li Şingalê kom bûne û daxwaz dikin PKK ji Şingalê derkeve.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo derheqê vê yekê de ji televîzyona K24 re got, em Şingalê teslîmî PKKê nakin, bila hêzên xwe ji vir derxînin. Ji ber ku pêwîstiya me bi wan nîne.

Qasim Şeşo her wiha got, hatin alîkariya me kirin, mala wan ava lê êdî pêwîstiya me bi wan nîne bila ji vir derkevin.

Tê zanîn bi sehdan şervan û gerîlayên PKKê di bin navên cur bi cur de li devera Şingalê bicîh bûne. Heta niha gelek caran rayedarên êzîdî yên Kurdistana Başûr daxwaz ji PKKê kirine wê deverê vala bikin lê PKK guhdarî wan nake û heta niha jî li wir e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DÊRA ZEHFERANÊ

Lalish Duhok

Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

Lalish Duhok

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Lalish Duhok