شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ laliş daxwazê‌ ji xelkê‌ deşta neynewa diketin harîkarîyê‌ digel hêzên pêşmergey bikin

Bingehê‌ laliş daxwazê‌ ji xelkê‌ deşta neynewa diketin harîkarîyê‌ digel hêzên pêşmergey bikin

rizgarkirina kiç û jinêt girtî yên êzidyan pêtvî bi piştevanîya wan kesên mayîn li Mûsil û derdorên wê‌

eve mawê‌ çend rojaye karwanêt leşkerî yêt mezin dêne deşta neynewa û bajarê‌ mûsl û lê‌ kom dibin jibo azadkirina van deveran û derêxstina çeteyên da’şên tîrorst.

jiberku demjmêra dawî (sae sifir) wa nêzîk buyî ،hîvî ji xelkê‌ xoyê‌ hêja dikeyn yên akncyên deşta neynewa jiberya awarebûnê‌ ،ku bi şêweyekê‌ baş harîkaryê‌ digel hêzîen pêşmergê‌ qareman bikin ،jiberku azadkirina bajarên deşta neynewa û girtna erdê‌ wê‌ grêdayî wane،harîkarîya xelkî ji pêkhateyên cuda li deşta neynewa û jwan jî xelkê‌ meyê‌ êzdî ji kurên başîk û be‌‌hzanê‌ ،digel hêzên pêşmergan ku araste û rênmayên taybet yên bêne derêxstin divî derbarîy da neêne serpêçîkirin ،û lezê‌ neken ji xo nêzîkkirinê‌ li deverên nehatîne paqjkirin ji mîn û teqemenyên gumanber û nepeqyaî .

zêdebarî eu mal û fermangeh û cadeyên hatîne mînkirin ، û herwesa rengên dyên mînkirinê‌ yên tîrorstî bi rêya amîrên nav malê‌ yên cuda cuda bi armanca keftna zyanê‌ bi hjmareka zor ya sivîlên bê‌ guneh.

hejî amaje kirnê‌ ye ku pirseka gelek girng heye derbarey me êzdyan ،ku pêzanîn dên û dibêjn bi sedan jin û zelamên girtyên êzidî linav bajarê‌ Mûsil û deruberên wê‌ hene، û liser ve çendê‌ em gazîya xo dgehînîne her kesekê‌ pêzanînek hey divî derbareyî da û yê‌ harîkarbit digel dezgayên eulehyê‌ yên taybetmend ،jibo rêxoşkirnê‌ li rizgarkirina wan ji wê‌ rewşa xirab û tengezara ewa têda dijîn ،û wergirtna şerefa bejdarîkirinê‌ di vegerandna wan bo kes û karên wan yên ku eve pitir ji dû salaye li benda hatnê‌ ne.

desteya bilinda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî Dihok

١٥/١٠/٢٠١٦

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Komkûjiya Êzidiyan li Dîwana Dadî ya Laheyê ye

Lalish Duhok

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Lalish Duhok

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Lalish Duhok