شبكة لالش الاعلامية

Amerîkayê li ser girtina Demirtaş ne razîbun nîşan da

FLAŞ – Amerîkayê li ser girtina Demirtaş ne razîbun nîşan da

Amerîkayê derbarê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî HDPê û girtina hevserok û parlamenterên wê partiyê, yekemîn bertek nîşan da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di saetên nîvê şevê de, li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonek berfireh pêk anîn.

Di vê operasyonê de, hêzên ewlehiyê yên tirk her du hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ên HDPê binçav kirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyê, derbarê binçavkirina parlamenteran û piştre jî girtina hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê nerazîbûna xwe li  hember operasyona hêzên Tirkiyê ya li dijî HDPê nîşan da û ragihand, ku ew bi kûrahî ji wan pêşhatan aciz in.

Daxuyanî wiha dibêje:

“Girtina lîder û parlamenterên din ên HDPê ji aliyê Hikûmeta Tirk ve û pêşîgirtina destgihîştin bi ineternetê, em weke dost û hevpeyman, ji kûrahî ve aciz kirin.”

Çi bibû?

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê nîveşeva bihorî 4ê Mijdarê, operasyonek li dijî HDPê dest pê kiribûn û di encamê de her du hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ên HDPê binçav kiribûn.

Piştre hevserok û parlamenterên HDPê derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtinê ji hin parlamenteran re derket.

Herwiha dadgehê biryara girtinê bo hevserokên HDPê, Demirtaş û Yuksekdag da û ew her du kes jî hatin girtin.

Serokê Koma HDPê li Palamentoya Tirkiyê Idrîs Baluken û parlamenterên din ên HDPê, Nursel Aydogan, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak jî hatine girtin.

Ji aliyekê din ve dadgehê biryara berdanê bo 3 parlamenterên HDPê da.

Li gorî agahiyan, her sê parlamenter, Îmam Taşîier, Ziya Pîr û Sirri Surreya Onder bi biryara dadgehê hatin berdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Xansûr mamosteyên dibistanên Şarya jibo maçeke futbolê tîne cem hev.

Lalish Duhok

Li Cinêvê derbarê çarenûsa windakiriyên destê DAIŞê de gotûbêj hat kirin

Lalish Duhok

Hisên Qaîdî: Heta niha 2 hezar û 593 kes ji destê Daişê hatîne rizgarkirin

Lalish Duhok