شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê ye

Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê ye

Çavkanî :Rudaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li bajarê Enqere civiyan.

Peyamnêrê Rûdaw li Enqere ragihand saet 9.30 civîna Nêçîrvan Barzanî û Binalî yildirim destpê kir, got jî rewşa navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û operasyona kontrolkirina Mûsilê mijarên sereke yên civînê bû.

Peyamnêrê herwiha got, piştî civîna digel serokwezîrê Tirkiyê li Enqere, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Stenbol dike û dê digel serokomarî wî welatî Recep Tayyip Erdigan jî bicive.

Berî niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihand di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî rayêdarên Tirkiyê de rewşa siyasî, emnî û aaborî ya Tikrkiyê û Herêma Kurdistanê tê behskirin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Lalişê Cejna Cema ya Kurdên Êzdî birêve çû

Lalish Duhok

3 berhemên din ên çandiniyê yên Kurdistanê dê îsal bên hinardekirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo: serketina Îsko Dasinî pîroz kir.

Lalish Duhok