شبكة لالش الاعلامية

NY: Iraq alîkariya koçberên Mûsilê nake

NY: Iraq alîkariya koçberên Mûsilê nake

 Çavkanî :Basnews

Netewen Yekbûyî (NY) rexne li Iraqê dike, ku ji ber wek pêwîst alîkariya koçberên bajarê Mûsilê nake.

Li gor daxuyaniyekî NYê, ji destpêka operasyona bajarê Mûsilê heta naha 68 hezar û 550 kes ji ber şer koçber bûne, ku piraniya wan jî berê xwe dane herêma Kurdistanê û herêmên bin desthilatiya hêzên Pêşmerge.

Netewên Yekbûyî amaje bi vê dike ku, koçberên Mûsilê û derdora wê pêwîstiyan bi alîkariyekî zêde heye û alîkariyên hikûmeta Iraqê pir kêm û wek pêwîst nînin.

Berî naha bi dehan raportên rojnamevanî de, koçberên bajarê Mûsilê gazindên xwe li hikûmeta Iraqê kirine û ragehandine, tenê herêma Kurdistanê û bi taybet jî dezgayê xêrxaziya Barzanî alîkariya koçberên Mûsilê û derdora wê kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞê berpirsiya xwe di ber teqîna Bexdayê de ragihand

Lalish Duhok

Li parêzgeha Duhokê palpiştya lêboryna ayînî hate kirin

Lalish Duhok

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

Lalish Duhok