شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya sîstemê bi guhertinan heye

Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya sîstemê bi guhertinan heye

Rûdaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, pirsgirêkên sîstema tenduristiya Herêma Kurdistanê hene û divê ew sîstem bê guhertin.

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, konferansa nexweşiyên dil û girîngiya çareseriya wan birêve çû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî Konferansa Nexweşiyên Dil bû têde gotarek pêşkêş kir û got, divê em rê li ber sedemên nexweşiyên dil bigrin û rêya her bibandor jî werzîş e.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku beriya çend salan nexweşiyên dil li Başûrê Kurdistanê nebûn wiha domand: “Li gorî berê em xwarin û vexwarina baştir dixwin lê vexwarina cixarê zêde bûye û herwiha em werzîşê jî nakin.”

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê  4 hezar kes hene ku dilên wan kun in, lê hezar û 700 kes ji wan hatine çareserkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî:

“Hikûmet ji hemû tiştan berpirs e, lê hemû pirsan çareser nake. Sedema pirsgirêka tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ev e. Niha sîstemek sosyalist a ji heyama Sedam mayî heye ji ber vê yekê pirsgirêka tenduristiyê li tevahiya Iraqê heye. Divê ev sîstem were guhertin û kerta taybet were pêşxistin.”

Barzanî karmendên tenduristiyê ji bo xebatên wan ên pêşkêşî koçberan dike teqdîr kir û ji bo alîkariuî sipasiya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt û Ûrdinê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi dawî înana kempîneya Laliş li Zawîte … Bi Wêne

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 1626 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Bi fermana wezarî kesekî êzîdî weke şêwirmendê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Lalish Duhok