شبكة لالش الاعلامية

Xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt dikin

Xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt dikin

Basnews

Qaymeqamê Şingalê dibêje, xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt kirine.

 

Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, divê çekdarên PKKê hurmeta îradeya xelkê Şingalê bigirin û baregehên xwe ji Şingalê derxînin.

 

Xelîl her wiha got, xelkê Şingalê bi rêya saziyên navdewletî hewl û guvaşên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt kirine da ku ew sazî bikarin derbasî Şingalê bibin û wê deverê avedan bikin.

 

Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo jî ji BasNewsê re gotibû, PKK ji aliyê Amerîka ve hatiye agahdarkirin ku ji Şingalê derkeve.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî Baba Şêxê Êzidiyan sersaxî xwest

Lalish Duhok

Sedr: Divê di nava hefteyekê de parlamento were hilweşandin!

Lalish Duhok

Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Lalish Duhok