Lêkolîn li ser komkujiên Şingalê destpê kir
BasNews – Berpirsê ofîsa karûbarên revandiyan(Keç û jinên êzîdî ku bi destê DAIŞê hatine revandin) li parêzgeha Duhokê diyar kir ku îro 08.01.2017ê şandeke bilinda cîhanî ya jînosîdê li parêzgeha Duhokê dest bi karê lêkolînê li ser karestan Şingalê û hemû pêkhatiyên Kurdistanê kirine.
Berpîrsê ofîsa karûbarên revandiyan li parêzgeha Duhokê bi wekalet, Derman Xetarî bo BasNewsê diyar kir ku ofîsê, şand li kar û çalakiyên xwe agahdar kirine û şandê pêdaçûnek li ser belgeyên ku hatibûne kom kirin kiriye û şandê li gel hejmarek keçên êzîdî ku hatine azad kirin hevdîtin pêk anîn û li ser zilma ku li wan hatiye kirin axivîne û hemû ev yeke ne wek dosyaya jînosîdê hatine berhev kirin.
Şanda bilinda cîhanî ya jînosîdê berî du rojan bi rêya balafirgeha Hewlêrê geheştibû Kurdistnê û serdana wan deveran kiriye ku terorîstan tê de tawan encam dane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
