شبكة لالش الاعلامية

PDK: Ji bilî serxwebûnê, me ti rêyeke din nîne

PDK: Ji bilî serxwebûnê, me ti rêyeke din nîne

Rûdaw

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya cejna Newrozê, peyama pîrozbahiyê belav kir.

Polîtburoya PDKê îro bi daxuyaniyeke nivîskî, Newroza gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di serî de Newroza em gelê dilê Kurdistanê Kerkûkê û herwiha Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin û bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin.”

Herwiha di peyamê de rexne li hikûmeta Iraqê hatiye girtin ku benda 140emîn a Destûra Iraqê ya derbarê deverên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin, cîbicî nake û hatiye gotin: “Ji Bexdayê ti ronahiyeke berbiçav me nedît. Ji ber vê yekê jî ji bilî serxwebûnê ti rêyeke din tine.”

Di daxuyaniyê de bangewazî li partiyên siyasî hatiye kirin, ku derfetê nedin kesên li dijî kurdan, da ku nebêjin partiyên Kurdistanê, ne yek in an jî nebêjin ew ne yekdeng in.

Weke din di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Me DAIŞ têk bir û xakên niştimana xwe azad kir, lê li herêmê, bi taybetî jî li sînorên Kurdistanê, heta ku dîktatorî û tundrewiya mezhebî ji holê ranebe, îhtîmala cardin serîhildana terorê heye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lîza Kakeyî: Herêma Kurdistanê kar li ser dadgeh kirina DAIŞê dike ji ber wê dixwazin ziyanê bidin Pêşmerge

Lalish Duhok

Kemal Kerkûkî bo Ebadî: Pêşmerge pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne

Lalish Duhok

Mîr Hazim: Eger Nêçîrvan Barzanî nebûya me nedikarî keç û jinên xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin

Lalish Duhok