شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Herêm nikare li hember paşeroja Mûsilê temaşeker be

Barzanî: Herêm nikare li hember paşeroja Mûsilê temaşeker be

Waarmedia

Serokê herêma Kurdistanê ragîhand; herêma Kurdistanê nikare li hember paşeroja Mûsilê temaşekar be, pêwîste ji paşeroja pêkhate û parêzgeha Neynewayê û asayîşa herêmê piştrast bin.

Mesûd Barzanî îro digel parêzgar û serokê civatê û endamên civata parêzgeha Mûsilê kombû, têda şanda Neynewayê rolê serok Barzanî û pêşmerge û sazî û xelkê herêmê di hewarçûna awareyan da bilind nirxand û tekez kir, emnahî û seqamgêrîya Neynewayê û herêmê kartêkirin li ser hevdû dikin, herwesa nûnerên Neynewayê daxwaz ji Barzanî kirin piştevanî li parêzgeha Neynewayê bike.

Nûnerên pêkhateyên Xirîstîyan û Êzîdî û Turkman û Şebek û Erebên parêzgeha Mûsilê têbînî û pêşnîyarên xwe li ser paşeroja Neynewayê xistine berçav.

Barzanî divê kombûnê da behsa serhildana Daişê li Mûsilê û zîyanên mirovî û maddî û astengên rûbrûyê herêmê bûne kir û got: herêma Kurdistanê nikare li hember paşeroja Mûsilê temaşekar be û pêwîste ji paşeroja pêkhate û parêzgeha Neynewa û asayîşa herêmê piştrast bîn û êdî rê bi karesatên biwî rengî neyên dan.

Tekez jî kir ku ji bo qonaxa piştî Daişê û rêgirî kirina kurbuna pirsgirêkan, pêwîste xelkê xwecîhên Mûsilê xwebi xwe bi rêve bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Festîvala Folklorî ya Duhokê dest pê kir

Lalish Duhok

Li Zaxoyê ji ber teqîna guleyê Doçkayê 2 zarok birîndar bûn

Lalish Duhok

Tirkiye Li Stenbolê teqîn: Herî kêm 10 kuştî, 15 birîndar

Lalish Duhok