شبكة لالش الاعلامية

Festîvala Folklorî ya Duhokê dest pê kir

Festîvala Folklorî ya Duhokê dest pê kir

Ji aliyê RÛDAW 3 demjimêr berê
Festîvala Folkloriya Duhokê îro dest pê kir.

Festîvala Folklorî ya Duhokê îro duşemiyê bi beşdarbûna çend komên ji her 4 parçeyên Kurdistanê dest pê kir.

Festîvalê îro 10ê Nîsanê dest pê kir û dê heta dibe 11ê mehê berdewam be. Di vê festîvala folklorî de, 20 komên ciyawaz ên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûne.

Rêveberriya Rewşenbîrî û Hunerî ya Parêzgeha Duhokê bi erkê sazkirina vê festîvala folklorî rabûye û xerciyên wê jî ji aliyê sektora taybet ve hatiye dabînkirin.

Herwiha di vê festîvalê de, mûzîk û stran, dengbêjî, dîlan û govend û çendên çalakiyên din dê bêne pêşkêşkirin.

Pêşkêşkirina folklora deverên ciyawaz ên Kurdistanê yek ji çalakiyên festîvalê ye.

Rêkxerekî festîvalê li cihê birêveçûna festîvalê daxuyanî da Rûdawê û ragihand, ku wan bi pêwsît zanî ku di dema niha de festîvaleke wisa li dar bixin.

Wî rêkxerê festîvalê got: “Me di vê qonaxa niha de bi giring zanî. Bi taybet duh 9ê Nîsanê, roja ketina rejîma Besi bû, bi dehan rejîm Beis werin jî, Kurd nakevin û dê bi kultura xwe û resenatiya xwe berdewam bin”.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

Lalish Duhok

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 311 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Lalish Duhok