شبكة لالش الاعلامية

Partiyên Kurdistanî li bakur êrîşa Tirkiyê şermezar kirin û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe

Partiyên Kurdistanî li bakur êrîşa Tirkiyê şermezar kirin û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe

BasNews

 Partiyên Kurdistanî li bakurê daxuyaniyek belav kirin tê de êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê û Qerçoxa li Rojavayê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe.

Di daxuyaniya partiyên Kurdistanî de wiha hatibû:Dewleta Tirkîyê roja 25.04.2017an di beyanî de bi firokeyên şerî êriş birin ser Şingalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Di encama van êrîşan de li Şingalê 5 pêşmerge, em van  êrîşên Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.

Di demeke ku li başûrê Kurdistanê amadekarîyên referandûma serxwebûnê tê kirin  ev êrîş gelekî  balkêş e. Em  careke din bangî PKKyê dikin ku rêzê li desthilatdarîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigire û ji Şingalê vekêşe. Hebûna PKKyê li Şingalê rê ji êrîş û têkdanên xêrnexwazên miletê Kurd re xweştir dike. Pêwiste Herêma Kurdistanê bi guftûgoyan  hebûna PKKê li Şengalê safî bike ku êdî  dewletên xêrnexwaz  nikaribin bi van hincetan destdirêjîya  Herêma Kurdistanê bikin.

Şingal Kurdistanê.Ew axa ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin û tê parastin, tu kes dê careke din nikaribe bi Bexdayê ve girê bide.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî dikin ku dest ji van êrîşan berde.Bi şer û pevçûn û kuştin û êrîşan pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê ranabe.Dewleta Tirkîyê divê rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û li mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd yên li her çar perçeyên Kurdistanê bigire. Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkîyeyê ye, mafê Tirkîyeyê tune bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.

Xweda bi rehma xwe şehîdan şad bike. Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Serê malbatên şehîdan û yê gelê Kurdistanê sax be.

 Her Kurdekî li cîhanê, divê serxwebûn û destkeftinên li başûrê Kurdistanê  jî, yên li her çar perçeyên  Kurdistanê biparêze.Tu sîyaset divê rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke.

25.04.2017

Hereketa Azadî, PAK,PDK-Bakur, PSK

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gencekî Êzidî Alayê Kurdistanê li Amrîka bilind dike

Lalish Duhok

Huşyar Zêbarî: Zêdeyî 3 hezar kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûne

Lalish Duhok

Bingehê Laliş herdem li ser heman bîrubarên avabûy keda xemxor û xebatkarên xwe jibîr nake.

Lalish Duhok