شبكة لالش الاعلامية

Dest bi avedankirina Şingalê‌ hate kirin

Dest bi avedankirina Şingalê‌ hate kirin
Dengê‌ Lalş-Bextyar Qadir

Sazeya (WHH) ya Elmanî mawê‌ salekê‌ ye li devera Sinûnê‌ kar dike û dest bi dirustkirina çendîn pirojeyan û avedanyê‌ kirye li Şingalê‌.

Endamê‌ Civata Nawçedarya Sinûnê‌(Silêman Fano)bo rojnama dengê‌ laliş aşkerakir, Sazeya navbrî eve mawê‌ salekê‌ ye li Sinûnê‌ kar di avedanyê‌ da dike dibyavên jiyanê‌ da wek pêgehandina xwandingehan (mekteb)û cadeyan û bingehên Saxlemyê‌ û bîrên îrtwazî û drustkirna Baxçên giştî û Pirojên Karebê‌ û dabînkirna delîvên karî û got:((hebûna van Sazeynên zebelah karîgeryeka mezin heye bo dûbare avedankirna deverê‌ û dergeheke bo Sazeyên dîtir projeyan li Şingalê‌ bi cihbîne)).

Fano amajekir, daxwazê‌ ji vê‌ Sazeyê û yên dîtr jî dikeyn berê‌ xo biden deverê‌ berya dest bi projên wan bên kirin, herwesan ji Sazeyên cîhanî dixwazîn li Şigalê‌ kar bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kunsolxana Emrîka li Hewlêrê rojnamevaneka êzdî xelatkir

Lalish Duhok

Laliş Şingal selikên xwarinê li Xankê belav dike

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pêşwazî li şandekê peymangeha Danob diket

Lalish Duhok