شبكة لالش الاعلامية

Pêkhateyên Kurdistanê piştgirya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

Pêkhateyên Kurdistanê piştgirya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

BasNews

Tora Pêkhateyên Kurdistanê piştgirya pêkhateyên ayînî û neteweyên başûrê Kurdistanê ji referandoma serxwebûna Kurdistanê re ragehand.

Li gor daxuyaniyekê ku, kopiyeka wê giheştiye BasNewsê Rêkxerê Giştî yê tora pêkhateyên Kurdistnê Newzad Polis Hene bi navê hemû pêkhateyan radgehîne ku, gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate bi xwîna xwe bergiriyê ji Kurdistanê dikin.

Herwiha di heman daxuyniyê de hatiye ku, hemû pêkhate, netew û ayînên Kurdên Êzdî, Xiristyan, Zerdeştî, Kakayî, Co, Saibe, Mendayî û Tirkumenên Kurdistanê piştgiriya Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siysî dikin.

Tora Pêkhateyên Kurdistanê daxwz ji welatiyan kir ku, beşdariya referandoma serxwebûna Kurdistanê bikin û dengê belê bidin serxwebûna Kurdistanê.Di heman demê de Tora Pêkhateyên Kurdistanê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di lîcneya referandoma serxwebûnê de nûnerê pêkhateyan jibîr nekin.

Tora Pêkhateyên Kurdistanê hêviyên pêkhateyan bo damezrandina dewleta Kurdî nîşandan û dewlta pêşerojê jî dewleteke pir ayîn û netew be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Zarokên Êzdiyan di vî çerxî da keftine di bin sitem û zordarya rîkxraweka tundrew

Lalish Duhok

Kurdên Êzdî daxwaxa darve kirina kujerê Axîn a 6 salî dikin

Lalish Duhok

Nûnerê Mesîhiyên Şingalê: Pêwîste PKK ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok