شبكة لالش الاعلامية

Erebên Mûsilê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin

Erebên Mûsilê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin

Rûdaw

 Eşîrên ereb ên parêzgeha Neynewayê daxwaz dikin, ku deverên wan jî bikeve nav Herêma Kurdistanê û di pêvajoya giştpirsiya Kurdistanê de ew jî cih bigrin.

  Berdevkê eşîrên ereb ên Neynewayê Muzahim Huweyt ragihand: “Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel beşek ji eşîrên ereb ên ku li deverên nakokî niştecih in, civînek pêk anî.”

  Herwiha Muzahim Huweyt got: “Serokeşîran xwesteka xwe anîn ziman, ku dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin û di pêvajoya giştpirsiyê de ku dê di 25ê Îlonê de were pêkanîn, ew jî cih bigrin.”

Berdevkê eşîrên ereb ên Neynewayê bang li kesayetên ereb dike, ku di qonaxa dahatû de xwe ji bo Parlementoya Kurdistanê, namzed bikin.

Weke din Muzahim Huweyt bal dikşîne ser wê yekê, ew qebûl nakin ku ji bilî Pêşmerge ti hêzên din li deverên wan bi cih bibin û rê nadin wan kesên ku li gel DAIŞê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrour Barzanî Cejna Qurbanê pîroz di ke

Lalish Duhok

Mala Êzdiya bi cil û bergên kilturî beşdarî fistevala Kramermarkt ya bajarê Oldenburg dike.

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo nivîsîngeha Laliş Xetarê Dû hate halbijartin.

Lalish Duhok