Dihok..Master pilana avakirina Şingalê hate danîn
BasNews
Qaymeqamê Şingalê ragehand ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê piştî cejna remezanê dê li Hewlêrê bi beşdariya rêxistinên navnetewî, neteweyên yekbûyî û Bexdayê derbarê avakirina Şingalê danûstandinan bike.
Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, piştî cejna Remezanê dê kar li ser destpêkirina avakirina Şingalê were kirin, taybet jî projeyên xizmetguzarî daku, rê ji vegerandina xelkê Şingalê re were vekirin, da zanîn ku, dema xelik vedgerin hêzên ne yasayî û Heşda Şebî pirsgirêk û aloziyan ji wan re dirûstdikin daku, xelik nevegerin ji ber ku, dizanin dema welatiyê Şingalê vegerin rê nadin wan hêzên ne yasayî li navçeyê bimînin.
Herwiha Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl tekez kir ku, kar tê kirin ku, piştî cejna remezanê konfransa avakirina Şingalê bi beşdariya hemû qonsilxaneyên biyanî li Herêma Kurdistanê û Bexdayê were li darxistin, tê de danûstandin li ser pilana avakirina Şingalê were kirin û pereyên pêdivî jî bo xizmeguzarî û qerebokirina welatiyên Şingalê bêne terxankirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
