شبكة لالش الاعلامية

Li Mûsilê 4 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgarbûn

Li Mûsilê 4 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgarbûn

BasNews

 Efserekî Kurdê Êzdî li Wezareta Navxwe ya Iraqê ragehand ku, 4 revandiyên Kurdên Êzdî li taxa El-Şifa ya bajarê Mûsilê hatin rizgarkirin.

Efserê Kurd ê Êzdî li Wezareta Navxwe ya Iraqê neqîb Rexdan Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, îro, Pênşemê hêzeke ser bi lîwaya 3 firqeya destwerdana bi lez a ser bi Wezareta Navxwe ve taxa El- Şifa ku, nêzîkî nexweşxaneya giştî ye rizgarkir.

neqîb Rexdan Silêman da zanîn ku, di nav avahiyeke wêrankirî de hejmarek revandî ji aliyê DAIŞê ji hemû pêkhateyên Neynewa hatin dîtin û rizgarkirin di nav wande 4 Kurdên Êzdî hene, aşkere kir, piraniya wan zarok û pîrekalin.

Heman çavkaniyê diyar kirk u, nave wan rizgarkiriyan:

-Esma Berekat ji Tel Benat li Şingalê

– Esrai Berkat ji Tel Benat li Şingalê

– Reqiya Besam Ehmed ji Şingalê taxa Temîm

-Adil Ebas ji Şingalê

-Elyas Xidir ji Şingalê

-Mûsa Xidir Ebdil Ehed ji xiristyanê Başîka

– Sebîha Bolis ji Bertela

– Seid Cemal Seid ji Xirstyanên Mûsilê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fermana girtina hevserokên HDPê û 3 parlamenterên wê partiyê hat dayîn

Lalish Duhok

ÇIMA KURDÊN MISILMAN JI NÛ VE NIKARIN BIBIN ÊZIDÎ?

Lalish Duhok

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

Lalish Duhok