شبكة لالش الاعلامية

Netewên Yekbûyî: Em li dijî referanduma Kurdistanê nînin

Netewên Yekbûyî: Em li dijî referanduma Kurdistanê nînin

Rûdaw

Netewên Yekbûyî ragihand, beşdarnebûna wan di giştpirsiya Herêma Kurdistanê de nayê wê wateyê ku Netewên Yekbûyî li dijî lidarxistina wê giştpisiyê (referandumê) be.

  Berdevkê Netewên Yekbûyî Stephen Dujarri di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, her çiqas ku Netewên Yekbûyî di proseya lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistanê de beşdar nebe jî, lê belê li dijî lidarxistina wê nîne.

  Stephen Dujarri got: “Biryara beşdarnebûna me di giştpirsiya Herêma Kurdistanê de nayê wê wateyê ku Netewên Yekbûyî li dijî encamdana vê giştpirsiyê be.”

  Roja 15ê Hezîrana 2017ê, Ofîsa Alîkariya Hilbijartinan a Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku wan ti rolek di giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de nabe, ku biryar e di 25ê Îlona 2017ê de bo serxwebûna Herêma Kurdistanê were sazdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeka rizgarbuy:Xewna mine bibim dadwer û berevanyê‌ ji keç û jinên Êzidî bikem

Lalish Duhok

10 kes li Başûrê Kurdistanê bi coronayê mirin

Lalish Duhok

Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

Lalish Duhok