شبكة لالش الاعلامية

FOTO – Berpirsa Jinên DAIŞê hate girtin

FOTO – Berpirsa Jinên DAIŞê hate girtin

(Rûdaw)

 Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, li nahyeya Zapê ya Kerkûkê, berpirsa perwerdekirina jinên DAIŞê, desteser kir.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Piştî zanyarî gihiştine destê me, ku berpirsa jinên DAIŞê dize kiriye nav bajarê Kerkûkê, roja Înê 14.07.2017, di operasyonekê de Berpirsa Dîwana Fêrkirinê ya DAIŞê Texrîd Ebdullah li nahyeya Zapê hate desteserkirin.”

Serhed Qadir da zanîn, ku Texrîd Ebdullah hevjîna berpirsekî serbazî yê DAIŞê yê bi navê Şefîq Samî Seîd e û li gorî madeya 4 a terorê, derbarê wî de jî biryara girtinê heye.

Emîd Serhed Qadir herwiha got, Texrîd Ebdullah ji bo jêpirsînê şandine asayîşê û ew dê li gorî madeya 4 a terorê were darizandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di hikûmeta nû ya Kurdistanê de 3 jin dibin wezîr

Lalish Duhok

Rêvebera Rêxistina Sara: Zewicandina zarokên keç li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

Lalish Duhok

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

Lalish Duhok