شبكة لالش الاعلامية

Serokê berê yê Fransayê rola Pêşmerge bilind dinerxîn e

Serokê berê yê Fransayê rola Pêşmerge bilind dinerxîn e

BasNews

Serokê berê yê Fransayê François Hollande ragehand ku, ew ti carî rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAIŞê de jibîr nakin.

Serokê berê yê Fransayê François di daxuyaniyekê de ji K24ê re amaje bi bandora hêza Pêşmerge di şerê Mûsilê de kir, ku çawa piştevaniya hêzên Iraqî kir.

Serokê berê yê Fransayê got jî: “Ez agahdarî aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de me, lê hêvîdar im di demeke nêzîk de bêne çareserkirin.”

Derbarê daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve, Hollande tekez kir, vekirina firokxaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê girîngiyek e û vekirina wan firokxaneyên bandoreke erênî li ser asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl :Divê Şingal bibe parêzgeh.

Lalish Duhok

Barzanî û balyozê nû yê Kuwêtê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Vîyan Dexîl: Hebûna PKKê li Şingalê gefeka mezine

Lalish Duhok