شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û Helbûsî li ser hikûmeta nû û serokomarê nû yên Iraqê gotûbêj kirin

Barzanî û Helbûsî li ser hikûmeta nû û serokomarê nû yên Iraqê gotûbêj kirin

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Îro serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî gihîşt Hewlêrê. Helbûsî destpêkê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.

Hat gotin ku Barzanî û Helbûsî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê her wiha çawaniya hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê gotûbêj kirine û tekest li ser wê yekê kirine ku divê wextê qanûnî yên pêkanîna hikûmetê û hilbijartina serokomar li ber çav bê girtin.

Tê pêşbînîkirin ku Helbûsî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û nûnerên partiyên Kurdistanî re jî hevdîtin bike.

Li gorî qanûna Iraqê, roja 25 vê mehê divê serokomarê nû ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mijûliya nû ya ciwanên Başûrê Kurdistanê; Pokemon go

Lalish Duhok

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya ji bo mafên mirovan gotûbêj kir

Lalish Duhok

Pertoka (Derdê Dila) li Bingehê Laliş tayê Şêxan hate îmzekirin

Lalish Duhok