شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Partî parêzerê rasteqîneyê mafên êzdyaye

Serok Barzanî: Partî parêzerê rasteqîneyê mafên êzdyaye
hewlêr-KDP.info-
Serok barzanî li gel desteya bilnda bingehê laliş û gişt tayî û nvîsîngehên laliş û jimareka kesayetyên Êzdî kombû û ragehand, partî parêzerê rasteqîneyê mafên êzdyaye û hindî partî bihêztir bit mafên êzdyan zêdetir dê parastî bin.

Ev gotinên serok barzanî li kombûnekê da hatin ku roja pênc şembûyê 27eîlûla 2018ê l‌i Dihokê (Sihêla)bi rêveçû.

Di wê kombûnê da serok barzanî gotarek pêşkêşkir û destpêkê destxoşî li bingehê laliş kir bo xizmetên pêşkêşî xuşk û brayên êzdî û doza êzdyan dikt.

Serok Barzanî dikombûnê da ragehand: hîç karesatên hindî ewa bi serê xuşk û brayên êzdî da hatî azar nedayme, belê supas bo xudê tolvekrneka merdane li ser destdrêjvanan hate kirin û bi xûna şehîdan û azayetya pêşmergeyê qareman, ew tawanbarên karesat bi serê we înayn keftne jêr pêyên zarok û keç û kurên êzdî.

Serok Barzanî ragehand jî êzdyan karye resenayetya kurdî bi parêzin û çû hêzek nikart wan ji gelê kurd veqetînt, ronkir jî: piştî prosa azadya Îraqê û li demê pêkînana hikumeta Îraqê da pêdageryeka zor kirin û ew rêgrya derûnî şkand ku rê neda êzdyan postên bilind hebn û me karî postê wezîrekî bo êzdyan werbgrîn.

Serok barzanî cext li wê çendê kir: Partî parêzerê rasteqîneyê mafên êzdyaye û hindî partî bihêztir bit mafên êzdyan zêdetir dê parastî bin û destkeftên zêdetr dê hebn.

Serok Barzanî amaje bi helbjartinên encumenê nûnerên Îraqê kir ku li eyara borî rêveçon û ragehand: Mixabn li wan helbjartnan da dehan hezar dengên we hatine sotin bi armanca hindê partî nkart dengên êkemên mûsl bidestvebînt, zor xedra dî jî hate kirin û sereray hemû fişarên ewên divyan partî tûşî şkestinê bibt, belê partî wek hizb liser astê hemû Îraqê bû hizba êkê û serkeftneka mezn bidestve îna.

Serok Barzanî amaje bi helbjartnên 30î eîlûlê kr û ragehand: ewên xoşgozeranî û aramî û pêşkeftna zêdetr divên bila li wan helbjartnan da deng bi partî biden, çinku partî serkeftnên mezntir bi destvebînt dê dest vekrî bit bo hndê zêdetr xizmetê bikt wek herdem bihêz bergryê ji kurdstanê bikt û ghorînên mezin û çaksazyên bineretî jî bikt.

Serok Barzanî ragehand jî niho‌ û l‌i eayndey da jî dakokyê liser‌ aştyê û drêjkrna destê brayetyê bo hemû layekî dikeyn, niho derfeta dyalok û lêktêgehştnê heye bo hindê bi dyalokê û li ser‌ binemayê tewafq û tewazn û li gor destûrî kêşe bêne çareserkirin.

Serok Barzanî supasya heluystê gelê Îraqê kir ku nekevtine jêr karîgerya heluystên desthelatdarên Bexda û ragehand: tIrsa min ya zor eW bû ku eW ferhenga dIjî kurdan ku hndek berprsan divyan bkene ferhenga cada Arebî li Îraqê sernegirt. belê l‌i helbjartinên 12î eyarê gelê Îraqê zorbeya wan kesan sizadan, ku divyan li ser kîstê djayetîkirina xelkê kurdstanê û mafê xelkê kurdstanê xo bikene qareman, belê ji layê gelê Îraqê ve hatne‌ sizadan û supas bo gelê Îraqê, ev heluystê gelê Îraqê karîgeryeka zor zor ya mezin li ser me hebû.

Serok Barzanî li bîra amadebûyan îna ku Barzanyê Nemir, bi drêjahya şoreşa eîlûlê, raspardên wî bo me ew bûn ku nabt şerî bihêlîn û nakokyên dinavbera me ligel hikumeta Îraqê bibte şerê navbera dû milletan û ew bi kufr‌ û tawan dizanî, niho jî em pabendî wan amojgarî û hîkme‌ta cenabê Barzanî ne û çû deman rê nadeyn nakokyên me li gel hkumetekê bibte şer û nakokya navbera gelê kurd û Areban yan gelekî dîtr.

Her di kombûnê da serok Barzanî bersva pirsyar û serenca amadebûyan da.

Li dawya kombûnê bingehê laliş wek rêzlênanek li piştevanya berdewama serok barzanî bo êzdyan, tabloyek ku hêma û armê bingehê laliş bû, pêşkêşî serok Barzanî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Şerê me ne ji bo petrola Kerkûkê ji bo nasnameya wê ye

Lalish Duhok

Mezinekî Şingalê: Ew Şingaliyên tevlî PKKê bûne piranî endamên berê yên partiya Beis bûne

Lalish Duhok

Belavkirina selikên xwarinê li xwendekarên Şengalê yên li Bahzanê dijîn

Lalish Duhok