شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwaziya Jan Kubis kir

Serok Barzanî pêşwaziya Jan Kubis kir

BasNews-Li gor daxuyaniyekê îro Duşemê 1.10.2018 Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Di civînê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, xweşhaliya xwe bi birêveçûna helbijartina Parlemena Kurdistanê derbirî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û bi proseyekî serkeftî da zanîn.

Herwiha, birêz Jan Kubis, rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê li vê hilbijartinê da wekî nîşaneya pêgihiştiya siyasiya xelkê Kurdistanê, nirxand û birêveçûna serkeftiya hilbijartinê jî wekî nîşaneyekî girîngê parastina bingehên demokrasiya li Herêma Kurdistanê de nasand.

Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de, nirxandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî perlemanê Almanya biryara cînosaîda Ermena pesend kirî Tûrka bawerî bi yek ne ma .

Lalish Duhok

Serok Barzanî danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş û Kunsilê Rusya tekezyê li xurtkirina peywendîyan dikin

Lalish Duhok