شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir

K24 – Navenda Nûçeyan.

Bi helkefta bexşîna xelata Nobelê ji bo aştiyê bi Nadya Murad, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de pîrozbahî li wê çalakvana Kurd kir û got: Ji dil pîrozbahiyê li Xanim Nadya Murad dikim, ku hertim kar û çalakiyên wê cihê serfirazî û dilxweşiya me bûn. Radestkirina xelata Nobelê cihê xweşhaliyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye.

Her di wê peyamê de, Nêçîrvan Barzanî got: Ez hêvîdar im ew xelat bibe sedema kêmkirina nexweşî û azarên ku bi ser wê û malbata wê û hemû xuşk û birayên Êzîdî de hatine. Ji ber ku ev xelat ne tenê ji bo kesekî ye, lê ew ji bo xweragirî û qurbanîdana Êzîdiyan û hemû gelê Kurdistanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: wexerkirna Mam Celal xusareteka mezine bo gel‌ê Kurdstanê‌

Lalish Duhok

Alîkarîyên xwarinê yên awareyan hat kêmkirin

Lalish Duhok

 Serdana Horian ji bo xwandina Kurdî ya li KomelgehaTalbana that kirin

Lalish Duhok