شبكة لالش الاعلامية

PDK bi 21 xalan daxwazên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

PDK bi 21 xalan daxwazên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) Kurd dixwazin hikûmeta nû ya Iraqê mafên destûrî yên Kurdistanê bide û destûrê cîbicî bike. PDK di nivîseke 21 xalî de daxwaza çareserkirina kêşeyan dike, ku madeya 140 ya destûrê jî di nav wan de ye.

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamenyoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Hemû fraksiyon bo çareseriya kêşeyên di nav budceya sala 2019 a Iraqê de hewl didin, paşê çavdêriya nivîsa bi 21 xalan dikin.” Di heman demê de Hevpeymaniya Fethê dibêje, pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi rêya parlamentoyê werin çareserkirin.”

Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê nivîseke bi 21 xalan radestî serokwezîrê Iraqê kiriye, têde çend daxwaz kirine, ku dixwazin ew di karnameya hikûmetê de cih bigirin. Peywendiya piraniya wan daxwazan bi mafên destûrî yên Herêma Kuridstanê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatine çareserkirin re heye.

Serokê Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji Rûdawê re diyar kir, ku niha firaksiyonên Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyên nav budceya sala 2019 a Iraqê hewl didin, piştî pesendkirina budceyê dê bi rêya lîjneyên parlamentoyê çavdêriya cîbicîkirina nivîsa me ya bi 21 xalan bikin.

Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê got, xalên herî diyar ên di nivîsê de ev in:

– Cîbicîkirina madeya 140

– Diyarkirina %17ê budceya Iraqê bo Herêma Kurdistanê

– Dabînkirina budceya taybet bo pêşmerge

– Bi awayekî hêja dayîna piştgiriya aboriyê bo cotkaran

– Cîbicîkirina hevbeşî û rêkevtin

– Pêkanîna encûmena federal

Beşek zêde ya wan kêşe û daxwazên ku fraksiyona PDKê di wê nivîsa 21 xalî de behs kiriye, di dema kabîneya berê ya hikûmeta Iraqê de hebûn û nehatin çareserkirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Fethê Ehmed Esedî ji Rûdawê re ragihand, ku serokwezîr li dû wê rêkevtinê diçe ku li gel aliyan hat encamdan û dê di 6 mehên bê de bibînin, ku cîbicîkirina bernameya hikûmetê serkevtî be an na.

Berdevkê Hevpeymaniya Fethê behs kir ku peywendiya bernameya Adil Ebdulmehdî ji Zaxo heta Fawê bi seranserê Iraqê re heye û di rûniştina bê de, parlamento wan hemû biryaran hildiweşîne, ku Heyder Ebadî piştî 1ê Tîrmeha 2018a bo damezirandin û dûrxistina kesên piletaybet ji postên wan ew biryar dabûn.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî karnameyeke 121 rûpelî bo kabîneyê amade kiriye û Kurd rexneyê li wê digirin ku bi şêweyekî giştgîr behsa kêşeyên Kurdî kiriye û zehmet e ku karibe li gor karnameyê daxwazên Kurdan di hikûmeta Iraqê cîbicî bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

9 sal berê li Koçoyê komkujî çêbû: ‘Xwezî DAIŞê em hemû qelandiba’

Lalish Duhok

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin

Lalish Duhok