شبكة لالش الاعلامية

Perestgeha Laliş tê nûjenkirin

Perestgeha Laliş tê nûjenkirin

BasNews – Şaredarê bajarokê Şêxan Xalid Nermo ragihand, perestgeha Laliş tê nûjenkirin.

Şaredarê Şêxanê Xalid Nermo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, me dest bi nûjenkirina perestgeha Laliş kiriye.

Xalid Nermo her wiha daye zanîn, berê hinek guhertinên xelet di nav perestgeha Laliş de hatine kirin, em dixwazin wan xeletiyan sererast bikin û perestgehê mîna berê lê bikin.

Perestgeha Laliş, ku mezintirîn perestgeha kurdên êzîdî yên Kurdistan û cîhanê ye, ketiye bakûrê bajarokê Şêxanê.

Tê gotin ku perestgeha Laliş di sedsala 13 de hatiye çêkirin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

7 êzîdiyên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Bi wêne …Seredana desteya bilinda bingehê laliş bo hêzên pêşhmergey li bereyê Başîkê

Lalish Duhok

Macron: Zextên me dê ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê bidomin

Lalish Duhok