شبكة لالش الاعلامية

Zarokekî Kurdê Êzidî hate rizgarkirin

Zarokekî Kurdê Êzidî hate rizgarkirin

Duhok (Rûdaw) Zarokekî Kurdê Êzidî li Sûriyê hat rizgarkirin ku temenê wî 11 sal e û radestî kesûkarên wî hate kirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve, Hisên Koro Qayidî ji Rûdawê re ragihand, zarokekî Kurdê Êzidî ku li Sûriyê hatibû rizgarkirin, îro gihişte Herêma Kurdistanê.

Koro Qayidî got, navê wî zarokî Hokar Felah e û temenê wî 11 sal e, û xelkê Komelgeha Til Qeseb a li başûrê Şingalê ye, îro gihite nava malbata xwe.

Qayidî diyar kir, zarokê rizgarkirî bi rêya tîmeke taybet hatiye rizgarkirin, û îro radestî malbata wî hate kirin.

Sala 2014ê di dema êrîşa DAIŞê de bo ser devera Şingalê, çekdarên DAIŞê bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî revandibûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtin û rizgarkirina wan kesan, ofîseke taybet vekiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya ji bo mafên mirovan gotûbêj kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Lalish Duhok

2016 li Kurdistanê sala dîplomasiyê bû

Lalish Duhok