شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî li gel endamên fraksiyona PDKê yên Parlamentoya Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel endamên fraksiyona PDKê yên Parlamentoya Kurdistanê civiya

BasNews – Serok Mesûd Barzanî li gel endamên fraksiyona PDKê yên li Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê wê civînê de daxuyaniya ku hatiye dayîn waha ye:

Roja şemî 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li xula çarema Parlemena Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî spas û destxweşiyê li erk û keda Endamên Fraksiyonaî PDK li xula çarema Parlemenê kir û tekez li wê yekê kir ku Fraksiyona PDK li xula pêşûya Parlemen li rewşeke hestiyar û dijwara siyasî da karê xwe bi başî encamdaye û keda wan cihê pêzanînêye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasiya Kurdistanê û daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo hengavên berev Kurdistanekî bihêz şîrove kir. Li beşekî dinê vê civînê da Serok Barzanî nêrîna xwe ya li ser guftûgo û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo amadebûyan xisterû.


تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Riwangeha Sûrî: Di 3 rojan de 150 hezar kes ji Efrînê mişext bûne

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî sersala êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Lalish Duhok