شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Barzanî serperiştiya civîna komîteya amadekirina projeyasaya çaksaziyê dike

Serokwezîr Barzanî serperiştiya civîna komîteya amadekirina projeyasaya çaksaziyê dike

BasNews Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 03-11-2019an serperiştiya civîna komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, guftûgo derbarê rehendên giştî yên wê yasayê û taybetmendiyên wê yên yasayî û îdarî hatin kirin.

Tekezî li wê hate kirin, pêwîst e bilez projeyasaya çaksaziyê bê amadekirin, wek yek ji karên pêşîne yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo pesendkirinê jî bo Parlemana Kurdistanê bê şandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî tekez kir, çaksazî proseyeke gelekî girîng e û pêwîst e di zûtirîn dem de ew proje bê amadekirin û arasteyî Parlemana Kurdistanê bibe. Got jî: Divê dadperwerî tê de hebe û nabe ti kesekî xwedî maf jê bêpar bimîne, lê di heman demê de jî rê ji bo karên neyasayî û nerewa nayê dayîn.

Komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê wek beşeke girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem, bi biryara Encûmena Wezîran û bi serokatiya Wezîrê Dadê pêk hatiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Biryar hate dan dergehê endametiya Bingehî vekrî be

Lalish Duhok

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Lalish Duhok

Kesayetyekê navdar supasya bingehê laliş di ke ji bo çap kirina pertoka karesata Şingalê

Lalish Duhok