شبكة لالش الاعلامية

Pîrozbahî

Pîrozbahî

Bi minasebeta ji dayik bûna hezretê Mesîh (Kirîsmes), pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, hêvî dikim di rewşeke aram û asûde de cena xwe biser bibin.
Herêma Kurdistanê weke navenda bihevre jiyana etnîkî û olî dimîne, em şanazin ku herêma Kurdistanê penagehek bûye bo mêwandarî kirin ji hezaran aware û penaber bi taybetî mesîhiyên Îraq û deverê. Hikûmeta herêm Kurdistanê jî kêmterxemî nekiriye û berdewam dibe li ser dabîn kirina aramî, dilniyayî û hevkarî kirina tevahiya ew kesên ku jiber sitem û zordarî pena bo tînin.
Hêvî dikin şer û ne aramî li deverê û cîhanê de bi giştî bi dawî were, aştî, aramî û awedanî zal bibe.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
24.12.2019

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî: Ti dadgeheka Iraqî nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e li ser cîbicîkirina projeyên Perestgeha Lalişê bi bihayê zêdetirî 2 milyar dînaran.

Lalish Duhok

Erebên Mûsilê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin

Lalish Duhok