شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

Hewlêr (Rûdaw) Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya encamdana kongreya giştî pîrozbahî li YNKê kir û got, “Hêvîdar im ev kongre bibe derfetek bo xizmetkirina pirsên niştimanî.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya çarem kongreya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdayetiya wê partiyê kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, “Pîrozbahiya serkevtina kongreya çarem li birêz endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê û hemû endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im kongreya YNKê bibe sedema piştevaniyeke zêdetir bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ta ku li gel hev xizmeta şayîstetir a xelkê Herêma Kurdistanê bikin û berevaniyê li mafên destûrî bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Piştî referandomê dê beşa êzdiya li Kurdistanê bibe sedî 15

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî biryarekî nû derxist

Lalish Duhok