شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 311 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 311 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

BasNews – Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê derbarê 24 demjimêrên borî yên amarên vîrusa koronayê de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê 311 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 13 pêketiyên koronayê jî canê xwe ji dest dan.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, li Hewlêrê 50, Silêmaniyê 198, Duhokê 6, Germiyanê 47 û li Raperînê 10, bi giştî 311 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di 24 demjimêrên borî de 13 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane ku yek li Hewlêrê û 12 jî li Silêmaniyê bûne.

Her li gor heman daxuyaniya Wezareta Tendirustiya hikûmeta herêma Kurdistanê, di rojekê de 57 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya bijîşkî jî baş bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li ber tunela Zaxoyê bûyera trafîkê: 1 mirî û 29 birîndar hene

Lalish Duhok

Her kesek hevkariyê bo dîtin û rizgarkirina Êzidiyekî revandî bike tê xelatkirin

Lalish Duhok

Ji bo Demirtaş û Yuksekdagê 225 sal cezayê girtîgehê hat xwastin

Lalish Duhok