شبكة لالش الاعلامية

Parêzgerê nû yê Duhokê dest bi kar bû

Parêzgerê nû yê Duhokê dest bi kar bû

BasNews – Îro 02.07.2020ê parêzgerê Duhokê yê nû bi amadebûna wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê ve erk ji parêzgerê berê dewir wergirt û dest bi kar bû.

Parêzgerê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter ragehand, bê cudayî û li gor zagonan ez dê kar bikim û daxwazê ji xelkê Duhokê dikim alîkarbin li gel me, ku em wek yek tîm û bi wijdaneke aram xizmeta xelkê xwe bikin. Ez piştrastim ew rêbaza em li ser perwerde bûne dê xebatê bikin di çarçoveya zagonan de kar bikim û dadperwerane û bê cudayî ez dê karê xwe birêve bibim. Ez spasiya rêveberiya PDKê dikim ew erk bi min spartin û dê li gor wê xizmetê bikim û bê cudayî dê kar encam bidim.’’

Dr. Elî Teter destxweşî li parêzgerê berê Ferhad Emîn Etruşî kir û got: ‘’Parêzger xizmet bo Duhokê kiriye û em jî dê berdewama wê xizmetê bikin û wek tîmek li gel hemû saziyên Duhokê em dê kar bikin û spasiya hemûyan em dikin ku di her xizmetekî de zehmetî kêşabe. Di çarçoveya zagonê de emê bi hev re kar bikin û tişta em bikaribin emê bo parêzgeha Duhokê bikin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş tayê başîk xwendekar Roj Elîn Dawid xelat kir

Lalish Duhok

Bi wêne..Bi dehan çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên pêşmerge kirin

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş qaremanya (Şingala xoragr) bi dawî îna

Lalish Duhok