شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Basnews

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê gihandin a Iraqê Erkan Şehab civiya.

Di dîdarê de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Elî Xiweylidî Serokê Civata Rêvebirinê ya Desteya Ragehandin û gihandina Iraqê amade bûn û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê gotûbêjkirin.

Wezîrê Gihandina Iraqê amadebûna wezareta xwe bo hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, di çarçoveya pêşxistinê di warê gihandin li Iraq û Herêma Kurdistanê de. Herwiha got ku ew rêzê li taybetmendiyên Herêma Kurdistanê digırin û dixwazin, baştirîn pêwendî di navbera her du aliyan de hebe, ji ber ku bihêzbûn a Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê tekezî liser çareserkirina  pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê kir, ji ber ku cîbicîkirina destûrê fakterek sereke û giring ê pêşkeftin û aramiya Iraqê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Heta Bexda alîkariya PKKê bike ew li Şingalê dernakevin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nadya Murad dike

Lalish Duhok