شبكة لالش الاعلامية

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

BasNews– Rêveberê Programa Hawarçûnê yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) Mike Ryan ragihand; îhtimala wê yekê li holê  ye ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, jiyan asayî bibe.

Duh pêncşemê, Mike Ryan ji kanaleke Îrlandî re axivî û diyar kir ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, dibe ku jiyan asayî bibe.

Mike Ryan destnîşan kir ku tevî asayîbûna jiyanê, divê xweparastin zêdetir li ber çavan were girtin û rêkarên tendirustiyê werin cîbicîkirin û xelk xwe ji qerebalixê dûr bixin.

Herwiha Ryan eşkere kiriye ku derketina derziya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19), wateya wê yekê nade ku belavbûna vîrûsê bi dawî dibe, lê derfet dide me ku em li hember bandora vîrûsê, bi ser bikevin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş harîkarî li ser komeka xêzanên kêm deramet belavkirin

Lalish Duhok

Êşa êzidiyan dibe fîlm

Lalish Duhok

kovara Time ya navdar di weşana xwe ya dawî da keça kurda êzidî Nadîa Mûrad di nava ”100 mirovên herî bibandor ên cîhanê” di helbijêre

Lalish Duhok