شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Endonezya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Endonezya li Iraqê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li balyozê Endonezya li Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja çarşem 07.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Êlmar Îwan Lubîs Balyozê Endonezya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Zeynul Îdrîs Yunis Konsolê Endonezya li Hewlêrê amade bû, Balyozê Endonezya li Iraqê sosretiya xwe bi xwezaya xweşika Kurdistanê û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku welatê wan xwazyarê berfirehkirina peywendî û dirustkirina derfeta sermayeguzariye li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û pêşwaziyê li berfiretirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê ya li warên cûda cûda da kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ukrayna dibe berendama Yekîtiya Ewropayê

Lalish Duhok

Civata Rûhanî ya Êzidiyan: Ewên Fermanberên Duhokê teror kirin dê li Şingalê nemînin

Lalish Duhok

serokê desteya bilinda bingehê laliş seredana pêşmergehên di hêrşa duhî da birîndar buîn kir

Lalish Duhok