شبكة لالش الاعلامية

Parêzgarê Duhokê‌ û Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên êzdya rewşa êzdya gengeşe dikin

Parêzgarê Duhokê‌ û Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên êzdya rewşa êzdya gengeşe dikin

Tora Laliş/Duhok
Îro roja êk şembûyê‌ 18î nîsana 2021ê‌ berêz Şêx Şamo Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên êzdya seredana parêzgarê‌ Duhokê‌ kir. Di hevdîtnê‌ da D.elî Teter Parêzgarê‌ Duhokê‌ û berêz “Şêx Şamo” rewşa êzdyan û encamdana projên xizmetgozarî li sinûrê‌ parêzgehê‌ û bi taybet li deverên êzdyan gengeşekirn.

Parêzgarê‌ Duhokê‌ xoşhalya xo bi seredanê‌ dyarkir û piştevanya xwe jibo pêşnyar û boçonêt Şêx Şamo jibo xizmetkirna êzdya û deverên wan ,Parêzgarî tekezkir ku di karnama Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ da piştevanyeka temam li hemî pêkhatên Herêma Kurdistanê‌ hatye kirin û dakukî li hemû mafên rewayên Êzdya dikeyn.

Ji alyê xweve Şêx Şamo divê‌ hevdîtnê‌ da rewşa êzdyan bi şêwekî giştî û encamdana çendîn projên xizmetgozarî li deverên êzdyan li sinurê parêzgeha Duhokê ligel Parêzgarê‌ Dhokê‌ gengeşekir، û herdû berêza tekezî li hemahengyeka temamker jibo xizmetkirna civak û deverên êzdî li sinurê parêzgeha duhokê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rojnamevaneka Amrîkî ( USA ) : seredana min ji bo Kurdistanê u peristgeha Laliş xweşiktirîn serdanên jîyana min bûn .

Lalish Duhok

Hemû kampên awaran di nav şeş mehan bên de wê bên girtin.

Lalish Duhok

Ji duhî de herî kêm 16 polîs û serbazên Iraqî di şerê DAIŞê de hatine kuştin

Lalish Duhok