شبكة لالش الاعلامية

PKK jin û zarokên êzdî weke mertala mirovî bikartîne

PKK jin û zarokên êzdî weke mertala mirovî bikartîne

BasNews- Fermandeyê Pêşmerge dibêje çekdarên PKKê jin û zarokên êzdî kom kirine û ew weke mertala mirovî bikartîne û ew birine ser rêya artêşa Iraqê.

Fermandarê Pêşmergeyên Êzdî Mîrza Xelef derbarê girjiya di navbera PKKê û artêşa Iraqê de ji BasNewsê re axivî û got: ‘’ Çekdarên PKKê jin û zarokên êzdî kom kiriye û ew birine ser rêya artêşa Iraqê li çiyayê Şingalê ji bo rê li ber çûna artêşa Iraqê bigire û wan weke mertala mirovî bikartîne. ‘’

Herwiha Mîrza Xelef dibêje: ‘’PKK weke hertim xelkê êzdî ji bo nêta xwe bikartîne û niha jî xelkê Şingalê bikartîne û rêgiriyê ji bo çûna artêşa Iraqê li nava Şingalê durist dike. Mumkune artêşa Iraqê ji bo çend saetan mohlet dabe PKKê ji bo ji Şingalê û sîba Şêx Xidir derkeve.

Mirza Xelef amaje bi wê yekê jî dikr ku çendîn care Iraqê mohlet daye PKKê ku ligor rêkeftina Şingalê ji Şingalê derkeve. Lêbelê heta niha ji Şingalê derneketiye û mumkîne rêkeftineke nehênî di navbera wan de hebe. Herwiha heta niha Heşdî Şabî piştevaniyê li mayîna PKKê li Şingalê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola şehîdan bê hildan

Lalish Duhok

Ji ber PKKê û erebên Şingalê sedî 95ê jinên Şingalê navegerin bajarê xwe

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejina sare salê peyameke pîrozbahoyê belav kir

Lalish Duhok