شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Ti rûmetek di kuştina jinan de nîne

Mesrûr Barzanî: Ti rûmetek di kuştina jinan de nîne

Mesrûr Barzanî: Civaka me ti carî bi pêş nakeve, eger nîvê civakê bi azadî û bê tirsa ji tundûtûjiyê nejî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê kuştina jineke ciwan li Hewlêrê ku dayika 3 zarokan, dilgiraniya xwe nîşan da û ragihand, ti rûmetek di kuştina jinan de nîne û divê dawî li vê yekê were.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, “Bi nûçeya kuştina jineke genc bi hovane li Hewlêrê dilgiran bûm. Ti rûmetek di kuştina jinekê de nîne û divê dawî li vê yekê were.”

Herwih Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe jî raspard ji bo tometbarê wê tawanê bigihe sizaya xwe.

Mesrûr Barzanî nivîsî jî: “Civaka me tu carî bi pêş nakeve, eger nîvê civakê bi azadî û bê tirsa ji tundûtûjiyê nejî.”

Herwiha got: “Di vê kabîneyê de me hevkariya xwe bi stargehan re zêde kiriye û ji bo parastin û piştevaniya zêdetir a keç û jinên Kurdistanê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qasim Şeşo: Gelek pisporên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê

Lalish Duhok

Bingeha Laleşê:Çekdarên tûdirew ên Sûriyê êrîşî çend gundên Kurdên Êzdî kirine

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiyê rêkeftina Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok